Jiyan

Mirazê "zilamê herî dirêj ê dinyayê" ew e ku bibe xwedî wesayîteke li gor bejna wî hatibe çêkirin

Halil İbrahim Sincar  | 09.12.2022 - Rojanekırın : 15.12.2022
Mirazê "zilamê herî dirêj ê dinyayê" ew e ku bibe xwedî wesayîteke li gor bejna wî hatibe çêkirin

Mardin

 Sultan Kosenê Mêrdînî ku bi bejna xwe ya 2 mêtro û 51 santîmêtroyî va wek "zilamê herî dirêj ê dinyayê" tê qebûlkirin, bû 40 salî û rojbûna xwe pîroz kir û ji bo hemû dinyayê aştî û aramî û ji bo xwe jî wesayîteke li gor bejna xwe xwest.

Kosenê ji Dedeya gundê Dêrikê ku 40 sal berê hat dinyê û ji 9 saliya xwe vir va bejna wî dirêj dibe niha bi destên xwe yên 27,5 santîmî û lingên xwe yên 36,5 santîmî va di sala 2009an da kete Kitêba Rekoran a Guînnessê.

Ji ber bejna dirêj reqora "zilamê herî dirêj ê dinyayê" ev 13 sal e di destê Kosen da ye û ew rekorê nade tu kesî.

Kosen li mala xwe tevlî malbata xwe bi pasteyê li serê 'emrê te jî mîna bejna te dirêj be' nivîsandî va rojbûna xwe pîroz kir.

Wî dema pifî mûman kir got ku bila ji bo hemû dinyayê aramî û aştî pêk be.

Kosen ji bo xwe jî wesayîteke li gor bejna xwe xwest û hêvî dike di dema herî kurt da ew bigihêje vî mirazê xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın