Mij û hewaya sar bandorê li Erzirom, Erdexan û Qersê dike
Erzurum
Li Erzirom, Erdexan û Qersê ji ber mij û sermayê li ser dar û beran qeşa çêbû û hin çeman bi temamî cemed girt.
Li Erziromê ji ber hewaya sar li ser banên avahiyan şembelîk çêbûn û daran jî qeşa girt.
- Erdexan
Li Erdexanê serma û mij çêbû.
Ji ber serma û seqemê cemed çêbû.
- Qers
Li Qersê hewaya sar û mij bandoreke neyînî li ser jiyanê dike.
Ji ber mij û sermayê li ser dar û beran qeşa çêbû û hin çeman bi temamî cemed girt.
Li navçeya Sariqamîşê jî piştî berfê serma çêbû.
Welatiyan ji ber serma û seqema zêde wesaîtên xwe nixumand.
