Meteorolojiyê ji bo çend parêzgehên başûrê rojhilatê hişyariya barana gur da
Ankara
Meteorolojiyê ji bo çend parêzgehên başûrê rojhilatê hişyariya barana gur da.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî Meteorolojiyê ji saetên nîvê şevê pê va li herêmên başûrê rojhilat baraneke gur tê payîn. Li derdora Hekarî, Bidlîs û Mûşê û her wiha li başûrê Wanê baran û tavî, li rojhilatê Şirnex û Sêrtê jî tavî û carinan jî barana bi berq û birûsk tê payîn.
Ji aliyê din va, tê payîn ku li deverên li bilindahiyên 1700 metre û jortir baran, şilope û berf be.
Divê ji ber barana gur û helîna berfê ya herêmî, şert û mercên neyînî yên wekî lehiyê, zîpik, birûsk, bayên bihêz, di warê astengiya di veguhastinê da, hezaz û aşîtê da, welatî hişyar bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
