Jiyan

Meteorolojiyê ji bo Diyarbekir û Şanliurfayê hişyariya bager û barana gur da

Ahmet Kaplan  | 04.09.2025 - Rojanekırın : 04.09.2025
Meteorolojiyê ji bo Diyarbekir û Şanliurfayê hişyariya bager û barana gur da

Diyarbakir

Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê ji bo Diyarbekir û Şanliurfayê hişyariya bager û barana gur da.

Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Texmîn û Hişyariyê ya Herêma Diyarbekirê ya Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li gor nirxandinên dawîn li Şanliurfa û Diyarbekirê tê payîn ku bager rabe û ji aliyê başûr û rojhilatê va car caran bagera gur û wekî herêmî bahoz rabe.

Ji aliyê din va li derdora Diyarbekirê, Sîverek û Hîlwana navçeyên Şanliurfayê û derdora Qerecdaxê tê texmînkirin ku cî bi cî tavî û teyrok çêbe.

Di daxuyaniyê da ji welatiyan hat xwestin ku ji bo çûyîn û hatinê, firîna baniyan, ketina dar û dîregan, rabûna lehiyê û birûskê baldar û bi tevdîr bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.