Meryema di lîseya Fenê da dixwîne piştî Çiyayê Agiriyê hilkişiya Çiyayê Sîpanê
Meryem Erkuş piştî Çiyayê Agiriyê ku 5 hezar û 137 mêtro bilind e, havînê jî çûyîn û hatin 15 saet, derket serê Çiyayê Sîpanê ku 4 hezar û 58 mêtro bilind e.

Ağrı
Li Agiriyê Meryem Erkuşa 16 salî ya ku di lîseya Fenê da dixwîne piştî Çiyayê Agiriyê hilkişiya Çiyayê Sîpanê.
Meryem Erkuşa li Lîseya Fenê ya Huseyîn Celal Yardimci di pola 11an da ye û lîsansa wê ya sporê heye, her gav beşdarî çalakiyên Kilûba Werzişên Tebîet û Çiyageriyê ya Agriyê dibe.
Meryem Erkuş piştî Çiyayê Agiriyê ku 5 hezar û 137 mêtro bilind e, havînê jî çûyîn û hatin 15 saet, derket serê Çiyayê Sîpanê ku 4 hezar û 58 mêtro bilind e.
Erkuşa ku par jî di 3 rojan da derketibû serê Çiyayê Agiriyê, dixwaze îcar jî hilkişe Çiyayê Cîloyê.
Meryem Erkuşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji tebîetê hez dike û got ku ez ji çiyageriyê hez dikim û daîm dixwazim derkevim serê çiyayan.
Erkuşê diyar kir ku piştî Çiyayê Agiriyê hilkişiyaye Çiyayê Sîpanê û got ku niha jî hedefa min Çiyayê Cîloyê ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.