Mereqa "Rojavaya Wehşî" ya kovboyê Adiyemanî jê ra bû deriyê nan

Adıyaman
Cumalî Ozanê 56 salî yê bi navê kovboy tê zanîn ê li Qereguweca gundê Bêsniya navçeya Adiyemanê dijî cil û bergên kovboyan li xwe dike li hespê siyar dibe û digere. Demên li ser pişta hespê ji bo Ozan bû qezenc.
Ozanê ji zaroktiya xwe vir va fîlmên kovboyan temaşe dike niha axaftinên fîlman di jiyana xwe ya rojane da bi kar tîne. Ozan di axaftina xwe da wekî lehengên fîlman diaxive û cil û bergên wan li xwe dike.
Ozan vîdeoyên xwe li ser medyaya civakî parve dike û eleqeyê dibîne. Talîp Şîmşekê hevalê wî jî bi çuwalan kincê Çermsoran ji xwe ra çêkir û bi hev ra digerin. Herdu heval bi vîdeoyan li ser medyaya civakî ji reqlaman pere qezenc dikin û di hin çalakiyan da jî derdikevin ser dikê.
Cumalî Ozan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji zaroktiya xwe vir da kovboyan mereq dike û gelê herêmê jî eleqeyê nîşanî wî dide.
Ozan got axaftin û hereketên lehengên fîlman teqlîd kir û demekê şûn da ev jî bû parçeyekê jiyana wî û wiha pê da çû: "Êdî li gundê xwe paşê li gundên der û dorê û bajêr jî hatim naskirin. Kesên min dibînin dibêjin 'Kovboy ser çavan ra hatî.' Dizanin ku ez bi fîlman ra leqedar im. Ez ji fîlman û senaryoyan hez dikim. Min dibistana seretayî qedand ligel vê resm û karîkaturan xêz dikim."
Ozan got şeveqê zû li hespa xwe siyar dibe diçe baxçe, çayê ji xwe ra dem dike û wekî kovboyan jiyana xwe didomîne û wiha pê da çû:
"Talîpê hevalê min ev demek e bi min ra digere. Bi qiyafetên ji xwe ra amade kiriye va dema xwe derbas dike. Em bi hev ra vîdeoyan dikişînin. Kesên me dibînin pêşiya şaş û metel dimînin paşê hîn dibin. Bi piranî kincên kovboyan li xwe dikim. Lê dema rojê taybet qiyafetên xwe yên normal li xwe dikim."
- Qiyafetên ji çuwal
Talîp Şîmşekê bi Ozanra digere jî got dema xwe bi kêfxweşî derbas dikin û wiha pê da çû: "Min li ser înternetê lêkîlon kir. Qiyafet amade kir û ji çuwalan qiyafet dirût. Ji baskên mirîşkan jî serpûş çêkir. Kesên me dibînin kêfxweş dibin em jî dema xwe derbas dikin. Înşaellah em ê karên baştir bikin."
Mehmet Gurbuzê cînarê Cumalî Ozan jî got li taxê gelek kes Ozan bi navê wî nizanin wekî kovboy dizanin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.