Jiyan

Masiyên încî kefalî yên ku koç dikin ji hewa û bejayê va tên parastin

Mesut Varol, Özkan Bilgin  | 18.05.2022 - Rojanekırın : 19.05.2022
Masiyên încî kefalî yên ku koç dikin ji hewa û bejayê va tên parastin

Van

Încî kefaliyên ku di Gola Wanê da dijîn, di heyama danîna xerzê xwe da berevajiyê avê avjeniyê dikin û dema ku tên ber astengî û cihên bilind, xwe çeng dikin û ser astengiyan ra banz didin. Di kêliya ku masî koçî ava şêrîn dikin da ji hewa û bejayê va tên parastin.

Li navçeyên Wanê Îpekyolu, Edremît, Tuşba, Gevaş, Muradiye û Erdîşê û ji navçeyên Bidlîsê Xelat, Elcewaz û Tetwanê ku ji golê ra qeraxên wan hene, debara 15 hezar kesan ji masîfiroşiyê tê.

Ji bo ku koka masiyan neqele û li hev zêde bibin, masî her sal di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da koçî avên şirîn dikin ku xerzê xwe daynin. Dema ku masî koçî avên şirîn dikin û astengî dertên pêşiya wan, xwe çeng dikin û adeta difirin û ser astengiyan ra derbas dibin. Di vê heyamê da ekîbên Fermandariya Ewlehiya Qeraxan, cendirme, ewlehî, gundparêz û ekîbên Midûriya Bajêr a Çandinî û Daristanê timî kontrolan dikin ku masî bi qaçaxî neyên girtin.

Ji bo ku pêşî li ber girtina qaçaxî ya masiyan were girtin, hêzên ewlehiyê şev û roj wezîfedar in û herî zêde li Muradiye û Erdîşê nobetê digirin.

Hingî ku qedexeyê dest pê kiriye, li Muradiyeyê 5 ton jê zindî 25 ton masî hatin bidestxistin, ekîban dest danî ser gelek tor û alavan.

Qaymeqamê Muradiyeyê û Cîgirê Şaredar Erkan Savar, Fermandarê Ewlehiya Qeraxên Gola Wanê Serdar Firat Aslan û Fermandarê Cendirmeya Muradiyeyê Serdar Gurcan Ozdîlek jî li qeraxê Delî Çayê di navenda kordînasyonê da xebatên parastina masiyan şopand.

Savar ji nûçegihanê AAyê ra got ku di heyama parastinê da bi milyonan încî kefal koçî ava şêrîn dikin.

Savar daxuyand ku ji bo parastina masiyan hemû sazî seferber bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.