Mamosteyên muzîkê li ser zeviya bacanên sor keman û piyano jenîn û klîp kişand
Şanlıurfa
Li Diyarbekirê mamosteyên muzîkê yên ku li dibistanên cuda mamostetiyê dikin, seba danasîna Qerejdaxê li ser zeviyê bi karkeran ra klîb kişandin û seba kişandina klîbê piyano û alavên muzîkê bi xwe ra birin ser zeviyê.
Qerejdaxa ku 1919 raqim bilind e, dikeve navbera Şanliurfa, Diyarbekir û Mêrdînê û bi xweşikahiya xwe ya siruştî balê dikişîne.
Ji bo danasîna van xweşikahiyên Qerejdaxê mamosteyên muzîkê yên dibistanên Diyarbekirê ketin dewrê û biryar dan ku klîbê di nav zeviya bacanên sor a li quntarê Qerejdaxê da bikişînin.
Mamosteyan navê besteya enstrumantal danî "Emek" û seba kişandina klîba besteyê piyano, keman û alavên din ên muzîkê birin ber serê zeviyê.
Mamosteyan di nav zeviyê da bi karkeran ra klîba xwe kişand û bi karkeran jî muzîk da guhdarîkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.