Jiyan

Mamosteyên li gundên Mûşê bi şahiyan dilê xwendekaran xweş dikin

İbrahim Yaldız  | 24.11.2022 - Rojanekırın : 25.11.2022
Mamosteyên li gundên Mûşê bi şahiyan dilê xwendekaran xweş dikin

Muş

 Mamosteyên jin ên li Dibistana Seretayî ya gundê Akkonak a ser bajarê Mûşê ye wezîfedar in bi minderan va quncikê xwendinê çêkirine û bi şahiyên organîze dikin va jî dilê xwendekaran xweş dikin û dersê li ber dilê wan şirîn dikin.

Gîzem Sevînça li dibistana gundê qasî 40 kîlometre ji navendê dûr e 3 sal berê dest bi wezîfeyê kir û par jî Kezban Kaplan li wê derê hat wezîfedarkirin û herdu mamosteyên jin ji bo dilê xwendekaran xweş bikin û dibistan û dersan bi wan bidin hezkirin hewl didin.

Herdu mamosteyan li polê mînder raxistine û kuncikê xwendinê ava kirine û ew sobeyê pêdixin di pola germ da tevlî xwendekaran dersê dikin. Ji lîstikên jîrbûnê bigir heta pirtûk xwendin, muzîk û drama jî tev gelek kar û barên kêfa xwendekaran jê ra tê dikin.

Mamoste Sevînçê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew tevlî hevalên xwe yên mamosteyên din va ji bo xwendekarên xwe awayek baş perwerde bikin hewl didin.

Sevînçê destnîşan kir ku ji bo xwendekar ji dersên xwe û dibistanê paşve nemînin projeyan dikin rewacê û wiha domand: "Me li pola xwe mînder raxistin û quncikê xwendinê ava kir. Tevlî xwendekaran em li wê derê pirtûkan dixwînin. Quncikê me yê matematîk û lîstikên jîrbûnê jî heye. Dema em li wan quncikan dersê dikin kêfa xwendekaran gelekî tê. Em dixwazin di her qadê da wan pêş bixin û hêvîdar im ku ew jî ji me razî bin."

Mamoste Kaplanê jî got ku zarokên li gundan zêdetir xwe bi mamosteyên xwe va girêdidin û ji ber wê yekê jî mamoste zor û zehmetiyên li gundan rast tên zû ji bîr dikin.

Xwendekarên dibistanê jî mamosteyên xwe wek dê û xwîşkên xwe dihesibînin û ji wan gelekî hez dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın