Jiyan

Mamoste Emîneyê dibistana gundê çiyayî veguherand maleke germ

Rıdvan Korkulutaş, Aydın Arık  | 18.01.2022 - Rojanekırın : 04.02.2022
Mamoste Emîneyê dibistana gundê çiyayî veguherand maleke germ

Bingöl

 Emîne Yilmaz li Karliovaya navçeya Bîngolê di Dibistana Seretayî ya Gundê Yagmurluya Jêrîn da dest bi mamostetiyê kir û di nav 2 salan da bi projeyên ku amade kirin û bi xebatên ku kirin va reng û rûyê dibistanê guherand û gelek derfet ji xwendekarên xwe ra da pêşkêşkirin.

Emîne Yilmaza 26 salî bi malbata xwe ra li Muglayê dijî û ji eslê Mêrdînî ye. Tayîna Yilmazê di 2020î da çêbû û cihê wezîfeya wê ya ewil li navçeya Kanîreşê Dibistana Seretayî ya Gundê Yagmurluya Jêrîn bû.

Yilmaz dema ku hat dibistanê, mêze kir ku gelek kêmasiyên dibistanê hene û zend û bendê xwe hilda ku kêmasiyan bide temamkirin. Bi alîkariya Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Yilmazê sewaxa dibistanê da kirin.

Ji bo pêkanîna pêdiviyên civakî û teknolojîk Yilmazê projeya "Ji Heft Saliyan Heta Heftê Saliyan Seba Her Kesî Perwerde, Çand û Huner" amade kir û pêşkêşî Serokatiya Îdareya Pêşketina Herêmê ya Projeya Rojhilatê Anadoluyê (DAP) kir. Bi pesendkirina projeyê va alavên atolyeyên curbecur ji dibistanê ra hatin şandin.

- Her sibeh agir berdide sobeyê û polê seba xwendekaran amade dike

Yilmazê li polê xalîçe da raxistin û di polê da gîtara çartêl, gîtar û lîstikên hişmendî yên cuda fêrî xwendekarên xwe dike. Bi pergala înterneta bêqablo va ji 9 xwendekarên xwe ra xizmetê dike.

Yilmaz bi mêrê xwe ra li navçeyê dijî û mehên zivistanê her roj di berf û bagerê da 40 kîlomêtre rê diçe û paşê digihêje dibistana xwe.

Yilmaz li gundê ku nava rojê germa hewaya wê heta 15 pileyan dikeve binê sifirê, seba tijekirina sobeyê di nav berfa ku mêtreyekî ketiye da dimeşe û êzingan tîne polê. Beriya ku xwendekarên wê werin sobeyê tije dike û paşê pêşwaziya xwendekarên xwe yên pola 1, 2 û 4emîn dike.

Yilmazê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji roja ku wê dest bi wezîfeyê kiriye û heta niha wê gelek caran gotiye "Xwedê kirî min filan tişt kir" û êvarê wexta vedigere mala xwe jî dilê wê rehet e.

Yilmazê diyar kir, wezîfeya ku ew li vê dibistanê dike, gelek tecrube pê da qezenckirin û daxuyand ku ew hem midûra dibistanê hem mamoste hem jî xizmetkara dibistanê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.