Elif Irmak
23 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2020
Li Îranê jimara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 153 zêde bû û derket 54 hezar û 156an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyaniya xwe da diyar kir ku di şewba Kovîd-19ê da di 24 saetên dawîn da 153 kesên din mirin û 6 hezar û 261 waqieyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê da zanîn ku jimara kesên ji ber vîrusê mirin bi tevahî derket 54 hezar û 156an, jimara waqieyan jî derket milyonek û 177 hezar û 4an.
Lariyê got ku ji nexweşên ku bi Kovîd-19ê ketin rewşa 5 hezar û 419an giran e û jimara kesên ku heta niha baş bûne jî 914 hezar û 194 e.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku li welatê 83 milyon serjimara wê heye 7 milyon û 201 hezar û 567 test hatin kirin û li tevahiya welêt 205 navçe wek herêma turincî û 243 navçe jî wek herêma zer hatiye diyarkirin.