Jiyan

Li Îdirê mij, li Qers û Erdexanê seqem bi bandor e

Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci, Hüseyin Yıldız, Günay Nuh  | 13.12.2025 - Rojanekırın : 14.12.2025
Li Îdirê mij, li Qers û Erdexanê seqem bi bandor e Hüseyin Yıldız

Iğdır

 Li Îdirê mij, li Qers û Erdexanê serma û seqem bi bandor e.

Piştî berfa ku li deverên bilind ên Îdirê barî, navenda bajêr di nava mijê da ma.

Li ser rêbeja ku bajêr bi Nexçiwan, Qers û Agiriyê va girê dide, ji ber mijê ajovan bi baldarî birê va çûn.

- Qers

Li Qersê piştî barîna berfê serma û seqem bi bandor e.

Siruşt ji ber berfê sipî venixumî, dîmenê roviyên ku li xwarinê digeriyan hat kişandin.

Li navçeya Sariqamîşê piştî barîna berfê serma û seqem hat. Li navçeya ku germa hewayê daket 8 pileyan binê sifirê, dar û beran qiravî girt, golên biçûk çêbûn.

Li ser banên avahiyan şembelîlk çêbûn, wesayît ji ber qeşaya li ser rêyan bi baldarî dimeşin.

- Erdexan

Li Erdexanê seqem bi bandor e.

Li bajêr ku germa hewayê bi şev bi qasî 4 pileyan daket binê sifirê, ji ber sermayê qeşa çêbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın