Hüseyin Yıldız
16 Nîsan 2026•Rojanekirin: 16 Nîsan 2026
Li bajêr ku pileya hewayê ji nişkê va kete xwarê rîska qeşayê li baxçeyên mişmiş û behîvan zêde bû.
Piştî hişyardayina Rêveberiya Çandinî û Daristanan û Meteorolojiyê, baxçevan li nav baxçeyên xwe agir dadidin û bi rêbaza dûmandayinê hewl didin darên xwe biparêzin.
Baxçevan ji êvarê va diçin baxçeyên xwe heta sibehê nobetê li daran digirin.
Kurban Yildirimê ku li gundê Yayciyê baxçevanê mişmişan e ji nuçegihanê AAyê ra anî ziman ku ji ber pileya hewayê bi şev dadikeve binê sifirê ew tedbîran distînin.
Yildirim destnîşan kir ku li baxçeyên xwe nobetê digirin û got, "Li çiyayan berf heye û ba dijwar e. Ji bo em baxçeyên xwe ji qeşayê biparêzin em agir dadidin. Him baliyên pûş û him jî gubreyê ajelan heye. Me ji sibehê va amadekariya xwe kiriye.
Ji gundê Yukari Çarikçiyê baxçevanê behîvan Nurettin Turan jî anî ziman ku ji bo parastina darên xwe ji qeşayê têkoşanê didin û got, "Ji ber hişyariya Rêveberiya Çandinî û Daristanan a ji bo qeşayê, em hewl didin tedbîrê bistînin. Ji duhê va me baliyên pûş danîne baxçeyên xwe. Em wan dişewitînin, dûyê wê ser bi daran va berdidin û baxçeyê xwe ji qeşayê diparêzin."