Jiyan

Li zozanên Erdexanê jin der heqê silametiya heywanan da tên perwerdekirin

Günay Nuh  | 30.07.2025 - Rojanekırın : 31.07.2025
Li zozanên Erdexanê jin der heqê silametiya heywanan da tên perwerdekirin

Ardahan

 Li Erdexanê di çarçoveya "Projeya Dibistana Zozanê" da, der barê xwedîkirina heywanan û silametiya wan da bi taybetî jin tên perwerdekirin.

Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Bajêr ji ber nexweşiya tewekê ya ku di 10ê Tîrmehê da li bajêr hat tespîtkirin, xebatên curbecur da destpêkirin.

Midûriyeta Şaxa Rêvebirin û Daneyên Çandiniyê diyar kir ku li 10 zozanên ku lê heywan tên xwedîkirin wê xebat bên kirin.

Di çarçoveya vê xebatê da ekîb diçin zonanan da ku perwerdeyê bidin gundiyan.

Ekîb der barê paqijiya şîr, paqijiya alavan yên ji bo gihanên heywanan, têkoşîna dijî nexweşiya tewekê û xwedîkirina heywanan da perwerdeyê didin û belavokên agahiyan û mostikê belav dikin.

Ekîban ji 10 zozanan jê li 5 zozanan karên xwe temam kirin û çûn Zozanê Tunçolukê ya ku 7 hezar dewar lê tên xwedîkirin.

Midûrê Çandinî û Daristanan yê Bajêr Fatîh Cînevîzê ku bi ekîban ra beşdarî xebatan bû ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew girîngiyê didin perwerdeyê ku nexweşiya tewekê çênebe û wiha axivî: "Em alavên paqijiyê yên wekî dezenfektan, tasên ji bo gihanê heywanan û tiştên wiha belav dikin. Em nîşanî wan didin ku ka meriv van çawa bi kar tîne û bi wan didin kirin ku ew hîn bibin."

Cînevîz anî ziman ku nexweşiya tewekê li Tirkiyeyê 60 sal berê derket holê û ancax bi saya hevkariyê mimkun e rê li ber bê girtin.

Mixtarê gundê Tunçolukê Levent Akturk jî got ji bo ku heywandarî pêşva here ev xebat gelekî girîng in û her kes çi ji destên wan tê dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın