Jiyan

Li zozanên bilind ên Bidlîsê berhevkirina hingivê kewarên reş dewam dike

Orhan Alca  | 18.11.2025 - Rojanekırın : 18.11.2025
Li zozanên bilind ên Bidlîsê berhevkirina hingivê kewarên reş dewam dike Orhan Alca

Bitlis

Li zozanên bilind ên Hîzana navçeya Bidlîsê, berhevkirina hingivê kewarên reş dewam dike.

Mozvanên li navçeyê kewarên ku bi pelên darên biyê çêkirine û dora wan bi heriyê sîwax kirine, biharê datînin zozanên ku 3 hezar mêtro bilind in.

Ew havînê li zozanan mozên xwe bêyî xwarinên têkel xwedî dikin û dema hewa sar dibe jî dest bi berhevkirina hingiv dikin.

Mozvan hingivê xwe hem li navçeyê difroşin û hem jî dişînin li çar aliyê welêt.

Mozvan Ahmet Yildiz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew vî karê ku ji kalikê wî ji wan ra maye dike.

Yildiz anî ziman ku îsal hilberîna hingiv baş e û wiha axivî: "Moz ji gonî, çatilî û kulîlkên li zozanan hingivê kewarên reş ê siruştî çêdikin. Hilberîna hingivê me baş e. Dema hewa sar bû me dest pê kir û hê jî dewam dike."

Mozvan Abdullah Yildiz jî daxuyand ku ew bi birayê xwe ra 10 sal in ku li deverên bilind vî karî dike û wiha got: "Me dest bi berhevkirina îsal kir. Em bêyî ku madeyeke têkel bi kar bînin hingivê xwe çêdikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın