07 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2019
Li Beytuşebaba navçeya Şirnexê bi çêbûna ewlehiyê ra êdî li Zozanê Feraşînê ku wek "zozanê hizûrê" tê binavkirin û 2 hezar û 625 raqim bilind e, hejmara koçeran zêde dibe.
Zozanê Feraşînê di navbera Şirnex, Hekarî û Wanê da ye û salên dûr û dirêj êrîşên terorê lê hatin kirin. Lê di salên dawîn da bi operasyonên serkeftî yên hêzên ewlehiyê va hizûr hate zozanê.

Par 612 koçer derketin zozanê, îsal jî hezar û 12 koçer derketin Zozanê Feraşînê.
PKKya rêxistina terorê di salên 1990î da li Zozanê Feraşînê gundê Yeşîlozê yê 40 xaneyî agir dadayî kir û gundî mecbûr mabûn û koçî navçeyê kiribûn. Bi hatina hizûrê ra gundî ji bo rêncberiyê cardin vegeriyan zozanê.

Piştî hatina hizûrê Zozanê Feraşînê ji bo rêncberan bû cihekî jêneger.
Şêniyên zozanê di konan da dijîn û bi şîr û penêr va debera xwe dikin.

Ji welatiyan Kemal Aslan got ku piştî hatina hizûrê her sal bi sedan rêncber bi heywanên xwe va tên zozanê û zozan pir qerebalix dibe.
Ji rêncberan Ramazan Kiliç jî got ku ew ji navçeya Hezexê (Îdil) hatin û ji ber ku ava vê zozanê zêde ye û çêre lê pir e, wan ev zozan neqand û hatin vê derê.