Jiyan

Li zozanên Sêrtê hilberîna hingivê Perwariyê tê kirin

Fecri Barlık  | 26.06.2025 - Rojanekırın : 26.06.2025
Li zozanên Sêrtê hilberîna hingivê Perwariyê tê kirin

Siirt

 Li Perwariya navçeya Sêrtê Zozanên Guharanê yên ku bi floraya xwe ya dewlemend bi navbang in û raqima wan 2 hezar û 156 e, hilberîna hingivê Perwariyê tê kirin.

Bi germbûna hewayê ra di serî da li Zozanên Guharanê mêşvan derketin zozanan û dest bi hilberîna hingivê Perwariyê kirin.

Hingivê Perwariyê ku beriya niha bi 22 salan ji Saziya Patent û Markayê ya Tirkî (TURKPATENT) belgeya nîşaneya cografî sitand.

Nêzîkî 40 hilberînerên hingiv ên ku derketin zozanan weke çavê xwe li mêşên xwe dinêrin.

- "Li zozanan bi qasî 6 hezar û 500 kewarî hingiv tê hilberandin"

Bedrî Açikê yek ji hilberînerê hingiv ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku ew dever ji bo hilberîna hingiv xwedî potansiyeleke mezin e.

Açik destnîşan kir bi destpêka hezîranê ra berê xwe didin zozanan û wiha got, "Berê ji ber pirsgirêkên ewlekariyê kes nedihat vê derê, lê niha em kîngê bixwazin, şev be roj be, bi dilekî rehet em dikarin bên vê derê û karûbarê hilberîna hingiv bikin. Hingivê vê derê meşhûr e."

Açik diyar kir ku bi piştevaniya dewletê zêdetir hilberînê dikin û got, "Li zozanên ku em tênê, tenê pirsgirêka rê û avê maye. Em ji rayedaran dixwazin ev pirsgirêkên me bên çareserkirin. Têkoşîna me ya li dijî wî hingivê sexte ku bi navê hingivê Perwariyê tê firotin didome. Ji ber wî hingivê sexte 2-3 salan me nikaribû em hingivê xwe bifiroşin. Bi seroktiya Qaymeqamê me Ahmet Gulderen têkoşana dijî hingivê sexte destpê kir. Me sezona raborî hingivê xwe baş firot. Em sipasiya wî dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın