Jiyan

Li zozanên Munzurê yê xwedî floraya dewlemend hingiv tê berhevkirin

Sidar Can Eren  | 13.09.2025 - Rojanekırın : 14.09.2025
Li zozanên Munzurê yê xwedî floraya dewlemend hingiv tê berhevkirin

Tunceli

SÎDAR CAN EREN - Li Ovacixa navçeya Tunceliyê 197 hilberîner, hingivê organîk ê ku di 20 hezar û 189 kewarî da hilberandin, didin hev.

Ovacixa ku bi siruşta xwe ya bêhempa balê dikişîne bi curbicuriya giya û cureyên endemîk va jîngeheke guncaw pêşkêş dike. Mêşvanên ku biharê kewarên xwe tînin zozanên 2 hezar raqim ên Çiyayên Munzurê seranserê havînê li wê derê dimînin.

Êdî mêşvan saetên diyarkirî tên ser kewaran û piştî ku cilûbergên xwe yên parastinê li xwe dikin serdevkên kewaran vedikin.

Li navçeyê 197 hilberîner, di 20 hezar û 189 kewarî da hingivê Munzurê yê xwedî nîşaneya cografî hildiberînin.

Hidir Guneşê ji mêşvanan ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku wî piştî qedandina lîseyê dest bi vî karî kiriye.

Guneş destnîşan kir ku ew hingivê organîk hildiberîne û got, "Payîzê, ez diçim Hatayê û li wir lênêrîna mêşên xwe dikim. Biharê, ez diçim navçeya Ovacixê, gundê Egripinarê yê li quntara Çiyayên Munzurê û li wir ji mêşên xwe hingiv berhev dikim."

Guneş, bal kişand ser dewlemendiya curbicur a giya li Ovacixê û got, "Gelek giyayên curbicur li vir hêşîn dibin. Ev yek kalîteya hingiv misoger dike. Aliyên dijwar ên berhevkirina hingiv hene. Em serdevkên kewaran vedikin, çarçoveyên bi hinfiv derdixin û bi erebokên destan dibin konê hesadê. Em li wê derê hingiv ji şimayê vediqetînin. Paşê em dixin makîneyê û diparzinînin. Em hingivê xwe yan di şimayê da yan jî parzinandî difiroşin. Ji 81 parêzgehan mirov tên Ovacixê û ji ber ku mêşên min li kêleka rêyan in, ez dikarim hingivê xwe bifiroşim rêwiyan jî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın