Türkan Tosun
19 Nîsan 2020•Rojanekirin: 20 Nîsan 2020
Li Ercîşa navçeya Wanê zarokên malbatên Qirxiz ji bo ku balê bikşînin şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) vîdeoyek amade kirin û gotin ji malên xwe dernekevin.
Qirxizên ku di salên 1980yî da ji Zozana Pamîrê ya Efxanistê koç kirin û di sala 1982yan da ew anîn Tirkiyeyê û taxa Ulupamîrê ya 30 kîlomêtro dûrî Ercîşê hatin bicihkirin piştgirî dan xebatên rêlibergirtina Kovîd-19yê.
Qirxizan klîbek amade kirin ku welatî ji malên xwe dernekevin.
Zarokên Qirxizan cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kirin û vîdeoyê da peyamên wek "Ji bo dahatûyê li malê bimîne, pirtûkan bixwîne Tirkiye", "Jiyan têra malê dike, li malê bimîne Tirkiye", "Em him xwe û him jî welatê xwe ji vîrusê biparêzin", "Hûn bi tenê ne ji xwe, ji der û dora xwe jî berpirsyar in" û "Ji bo xebatkarên me yên tenduristiyê ji mala xwe dernekeve Tirkiye".