Li Wanê Şelaleya Yaşar Kemalê ku di mehên havînê da zuwa dibe, teqiya
Van
Li Muradiyeya navçeya Wanê Şelaleya Yaşar Kemalê ku di mehên havînê da ji ber hişkahiyê zuwa dibe, bi heliyana berfê ra teqiya û dest bi herikînê kir.
Şelaleya li Geliyê Muradiyeyê ya ku bi qasî 10 kîlometroyan dûrî navçeyê ye û salê mehekê diherike, di van rojên ku hewa germ dibe bala siruşthezan dikişîne.
Şelaleya ku bi germbûna hewayê û heliyana berfê ra dîsan herikî, bi ava ku ji nava gelî va diherike balê dikişîne.
Dîmenê şelaleya ku ji nêzîka 40 metro bilindahiyê va diherike bi droneyê hat kişandin.