Jiyan

Li Wanê rêyên mezreyan yên ku berfê girtibûn, di mehekê da paşê hatin vekirin

Yılmaz Kazandıoğlu  | 18.05.2022 - Rojanekırın : 20.05.2022
Li Wanê rêyên mezreyan yên ku berfê girtibûn, di mehekê da paşê hatin vekirin

Van

 Li Gurpinara navçeya Wanê li herêma Sicaksuya ku qalindahiya berfê cî bi cî 10 mêtre ye û 3 hezar raqima wê heye, ji bo vekirina rêyên mezreyan xebatan mehekê dewam kir û paşê rê hatin vekirin.

Li gor daxuyaniya ku ji şaredariyê hat dayîn, li tevahiya welêt germa hewayê zêde dibe, lê ji aliyekê va jî li deverên bilind ên Wanê xebatên avêtina berfê û vekirina rêyan hê dewam dike.

Wezîfedarên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Temîra Rêyan li herêma Sicaksuya ku 115 kîlomêtre dûrî bajêr e, ji bo vekirina rêyên mezreyan xebat daye destpêkirin.

Li herêmê ekîb bi 3 makîneyên kar di şert û mercên dijwar da nêzî mehekî xebitîn û rêyên mezreyên Tuzek, Çarlik û Yeşîldereya taxa Sicaksuyê vekirin.

Operator Fatîh Kuşman diyar kir, di berfa ku ji bejna makîneyên kar zêdetir ketiye da wan bi zehmetî rê vekirin.

Kuşman daxuyand ku cî bi cî 10 mêtre berf ketibû û wiha dewam kir, "Ji bo welatiyên me yên ku li van mezreyan dijîn, mexdûr nebin, em xebateke bênavber dimeşînin. Zivistanê ev rê çendîn caran hatin vekirin. Lê berf, bager û şepeyê cardin girtin. Ji mehekê zêdetir e ku em li vê derê bi zor û zehmet dixebitin ku rê vekin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın