Nevzat Umut Uzel
11 Adar 2026•Rojanekirin: 12 Adar 2026
Li Wanê di çarçoveya çalakiyên ku bi temaya "Di Dilê Mearîfê Da Remezan"ê hat lidarxistin da xwendekar menewiyata remezanê li Mizgeft û Kulliyeya Xusrew Paşa ya dîrokî tenefus dikin.
Wezareta Perwerdeya Neteweyî di çarçoveya Modela Mearîfê ya Sedsala Tirkiyeyê da çalakiyên remezanê dide meşandin. Di çarçoveya çalakiyan da armanc ew e ku li Wanê hişmendiya xwendekaran a parvekirinê zêde bibe, hestên wan ên alîkarî û piştevaniyê xurt bibin, nirxên wan ên neteweyî û menewî yên wekî ruhê yekîtiyê, edalet, merhemet û welatparêziyê pêş bikevin.
Li pêşdibistan, dibistana seretayî û navîn çalakiyên rengîn tên lidarxistin û xwendekar tên Mizgeft û Kulliyeya Xusrew Paşa ya ku li quntarê Keleha Wanê ye û şopên gelek şaristaniyan tê da hene.
Xwendekar manewiyata remezanê li mizgefta dîrokî tenefus dikin, mela û xetat Ahmet Husrev Koyuncu der barê girîngiya remezanê û dîroka kampusa mizgeftê da agahiyan dide xwendekaran.
Koyuncu ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew ê heya dawiya remezanê li mizgeftê mazûvaniya zarokan bikin.
Koyuncu daxuyand ku zaroka remezanê têr û tijî derbas dikin û wiha dewam kir, "Ji seranserê remezanê heta niha em nesekinîne. Em bi zarokan ra eleqedar dibin. Em ji zarokan pir hez dikin, ew jî ji me hez dikin. Bi rastî jî zarok ji mizgeftê hez dikin."
Ji xwendekaran Zeynep Asrinê jî wiha got, "Ez li malê îlahiya ku jê hez dikim, vedikim û dibêjim. Ez berî niha çûbûm mizgeftê, lê qet nehatibûm vê mizgeftê. Min ji vê mizgeftê pir hez kir."