Jiyan

Li Wanê minîbus û wesayîtek li hev qelibîn, 11 kes birîndar bûn

Muhammed Onur Yavrutürk  | 30.07.2025 - Rojanekırın : 30.07.2025
Li Wanê minîbus û wesayîtek li hev qelibîn, 11 kes birîndar bûn

Van

 Li Muradiyeya navçeya Wanê minîbus û wesayîtek li hev qelibîn, li gor agahiyên ewil di qezayê da 11 kes birîndar bûn.

Li Taxa Unseliyê, li ser rêya Muradiye-Erdîşê minîbusa ku nasnameya şofêrê wê hê ne diyar e û plaqeya wê 65 NK 106 e û wesayîta ku nasnameya şofêrê wê hê ne diyar e û plaqeya wê 65 ACC 422 ye li hev qelibîn.

Minîbus piştî qezayê welgeriya şerampolê.

Li ser cawdayînê ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê, UMKE, agirkuj, polês û cendirmeyan çûn cihê bûyerê.

Di qezayê da 7 kesên ku di minîbusê da bûn û 4 kesên ku di wesayîtê da bûn birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Ekîban tevdîrên ewlehiyê dîtin û rê ji hatin û çûyînê ra hat girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın