Mesut Varol
05 Gulan 2021•Rojanekirin: 10 Gulan 2021
Li Wanê bi destê Şaredariya Bajarê Mezin xebatên danîna gul û çîçekan dewam dike.
Laleyên ku Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li deverên cuda ên bajêr danîn, bi germbûna hewayê ra çîçek vekirin.
Nêzî 86 hezar laleyan kolan û parkên bajêr xemilandin û rengîn kirin.
Li tevahiya bajêr xebatên peyzaj, kesaxtin û danîna fîdanan dewam dike, bi kutabûna demsala laleyan ekîb wê çîçekên demsalê yên ku li serayan hêşîn dibin, daynin.