Jiyan

Li Wanê jina hemle ya li gundê rêya wê hat girtin, bi destê ekîban bi nexweşxaneyê ra hat gihandin

Emre Ilıkan  | 14.01.2026 - Rojanekırın : 14.01.2026
Li Wanê jina hemle ya li gundê rêya wê hat girtin, bi destê ekîban bi nexweşxaneyê ra hat gihandin

Van

 Li Bahçesaraya navçeya Wanê, jinika hemle ya ku li gundê rêya wê ji ber berfê hat girtin nexweş ket, bi xebata ekîban bi nexweşxaneyê ra hat gihandin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin, xizmên Şukran Temura 40 salî ya ku li mezreya Garîpê ya Taxa Yaşlikavakê nexweş ket, agahî dan 112 Navenda Hawarê.

Ekîbên tenduristiyê yên şandin taxê, ji ber berfê di rê da man û ji ekîbên berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin alîkarî xwestin.

Ekîbên berfê yên çûn deverê, bi xebateke bi qasî 5 saetan rê vekir û ekîba tenduristiyê xwe bi gund ra gihand.

Temura ku midaxeleya wê ya ewil li gund hat kirin, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bahçesarayê.

Ji aliyê din va ekîbên berfê li navçeyên Başkale, Muradiye û Tuşbayê jî çûn hawara welatiyên di rê da man. Ekîban li Taxa Derebeyê ya navçeya Tuşbayê ambulansa di berfê da ma, xilas kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın