Li Wanê jina di bin şepeyê da ma li nexweşxaneyê mir
Van
Li Çataka navçeya Wanê, Gulnaz Bîtîka ku di bin şepeyê da ma û bi birîndarî ji bin şepeyê hat derxistin, li nexweşxaneyê mir.
Li Taxa Bahçelievlerê ya li navenda navçeyê, Bîtîka 76 salî dema li hewşa mala xwe bû şepe ket û di bin şepeyê da ma.
Li ser îxbarê ekîbên AFAD, polês, cendirme, îtfaiye û tenduristiyê hatin şandin.
Bi xebata ekîban Bîtîkê di bin şepeyê da ma, hat derxistin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çatakê hat veguhestin. Li nexweşxaneyê digel midaxeleyê Bîtîkê nehat xilaskirin.
Ji aliyê din va li navenda navçeyê li Kuçeya Sultanê ya li Taxa Menderesê jî serê sibehê bi ser malekê da şepe hat.
Li ser îxbarê, ekîbên AFAD, polês, cendirme, îtfaiye û tenduristiyê ji bo vir jî hatin şandin.
Hat tesbîtkirin ku li navçeyê rîska şepeyê heye û lewma biryar hat dayîn ku hin mal bi awayekî berwext bên valakirin.
Ekîbên polêsan kuçeya taxa hat texliyekirin, ji trafîqa wesayît û peyarêyan ra girt. Welatî li navçeyê li pansiyonan hatin bicihkirin.
- "Niha di bin şepeyê da kesek tuneye"
Waliyê Wanê Ozan Balci di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku piştî îxbara şepeyê, hemû ekîb bo herêmê hatin şandin.
Balci bal kişand ku piştî nirxandina rîska şepeyê, ji bo ewlehiya canê welatiyan biryar hat dayîn ku hin mal bên valakirin û wiha got:
"Li taxeke li dervayî navçeyê bi ser hewşa malekê da şepe hat û welatiyeke me di bin da ma. Bi xebata ekîbên me welatiya me bi birîndarî hat xilaskirin. Ekîbên me li herêmê xebatên xwe didomînin. Welatiyên me yên hatin derxistin em li wargehan bi cih dikin. Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me niha di bin şepeyê da kesek tuneye. Ji ber her îhtimalê ekîbên me li qadê xebatên xwe didomînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
