Mesut Varol
23 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2022
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo Ayşe Akbuluta ku sendroma downê pê ra heye û nikare her tim here parkê li baxçeyê mala wan hêlekanek çêkirin.
Necmî Akbulutê birayê Ayşeyê ji bo ku xwîşka wî ya 11 salî bikaribe hêlekanê siwar bibe ji şaredariyê alîkarî xwest.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan hatin mala Ayşeyê ya ku li taxa Hecîbekirê ya li ser navçeya Îpekyoluyê dijî û ji bo wê hêlekanek ava kirin.
Ayşeya ku hêlekanê siwar bû spasiya wan kir.
Necmî Akbulut ji ber vê xizmetê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Xwîşka min tena serê xwe diçû parka ku 2 kîlomêtro dûrî malê ye û em diketin talaşa wê. Me serî li Şaredariya Mezin da, bila sax bin hatin li baxçeyê me hêlekanek çêkirin. Xwîşka min pir kêfxweş e. Em spasiya her kesî dikin."