Li Wanê ji 569 cih û warên rêya wan girtî jê rêya 226an hat vekirin
Van
Li Wanê ji 569 cih û warên rêya wan ji ber berfê hat girtin jê rêya 226an hat vekirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand, ji ber berfa ku şev dest pê kir û dem demî berdewam dike li navçeya Bahçesaray, Başkale, Çaldiran, Çatak, Edremit, Gurpinar, Îpekyolu, Muradiye, Saray û Tuşbayê li rêbeja 569 tax û mezrayên ser navçeyan xebat dewam dikin.
Ekîban di encama xebatan de rêya 226 cih û waran vekirin.
Herwiha ji bo vekirina rêyên girtî yên 343 cih û waran xebat berdewam in.
