Li Wanê heywandar di nav şert û mercên giran ên zivistanê da ajalên xwe xwedî dikin
Li Wana ku ji hêla xwedîkirina pez va xwedî cihekî giring e, heywandarên ku pezê xwe havînan li zozanan diçêrînin, zivistanê jî li ser dirûngeyan alif dikin
Van
Li Wana ku li Tirkiyeyê ji hêla hejmara pez va ji parêzgehên sereke ye, heywandar di şert û mercên dijwar ên zivistanê da pezê xwe li ser dirûngeyê alif dikin.
Li herêmên çiyayî yên navçeya Gurpinarê ku stûriya berfê cih cihan ji metreyî derbas dibe, heywandar di nav şertên giran ên zivistanê da pezê xwe xwedî dikin.
Heywandarên şêniyên Taxa Bolmeçaliyê jî zivistanê pezê xwe di hundir da û her wiha li ser dirûngeyê alif dikin.
Heywandar ji lodên giha yên li biniya gund bi xizekên hesp û keran gurzê giha tînin ser dirûngeyê û heywanên xwe alif dikin.
Her wiha heywandar rojê sê danan pezê xwe bi vî awayî alif dikin û vê yekê heya ku dinya germ dibe didomînin.
Heywandar Naif Balikçi ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew zivistanê digel sir û seqemê bi baldarî pêz xwedî dikin û wiha dewam kir:
"Digel şertên dijwar ên zivistanê em bi baldarî pezê xwe xwedî dikin. Em debara xwe bi heywandariyê dikin. Îsal berf gelekî barî. Karê me ajaldarî ye, em ji sibehê heya êvarê li ber pezê xwe ne."
Heywandar Mehmet Arif Adaş jî destnîşan kir ku bi salan e karê heywandariyê dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
