Li Wanê hewzê germavê yê ku berfê derdora wê pêçaye, mazûvaniya ziyaretvanên xwe dike
Van
Li Erdîşa navçeya Wanê li qada ku germav lê ye, hewzekî servekirî hatiye çêkirin û ziyaretvan ji hewz xalî nabin.
Kesên li Taxa Doganciyê ya ser navçeyê dijîn, bi hev ra dora germavê dîwar danîn û tê da hewz çêkirin.
Li herêma ku germa hewayê dikeve binê sifirê, welatî di binê berfê da dikevin hewz û avjeniyê dikin.
Hilmegulma ku ser hewz dikeve û berfa ku ser da dibare, dîmenekî xweş derdixe holê.
Mixtarê Taxa Doganciyê Şahabettîn Guneş ji nûçegihanê AAyê ra got ku germav ji bo şêniyên herêmê û ziyaretvanan çavkaniyeke siruştî ya girîng e.
Guneş diyar kir ku li zivistanê herêmê germa hewayê 30 pile dikeve binê sifirê û wiha dewam kir:
"Ji Erdîşê û ji bajarên derdorê gelek kes tên vê derê. Gelê me ji vê avê şifayê dibîne. Me ev der bi xwe çêkir û dora wê dîwar danî. Vê gavê hem şêniyên gund hem jî ziyaretvan ji vê ava şifadar mifayê dibîne. Hêviya me ew e ku qada germavê were berfirehkirin û tê da tesîseke nûjen were çêkirin û ji bo turîzmê were vekirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
