Jiyan

Li Wanê Hekarî berfê bandoreke neyênî li ser hatûçûnê kir

Orhan Sağlam, Sayim Harmancı  | 19.02.2026 - Rojanekırın : 19.02.2026
Li Wanê Hekarî berfê bandoreke neyênî li ser hatûçûnê kir

Van

Li Wan û Hekariyê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê di hatûçûnê da zehmetî tê kişandin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji ber berf û bahoza ku ev çend roj in berdewam e, li seranserê parezgehê rêyên 68 gund û gundikan asê bûne.

Ekîbên maliştina berfê ji bo vekirina rêyên asê xebatên xwe didomînin.

Li gorî agahiya ku ji Îdareya Taybet a Parêzgehê hat sitandin, ji ber berfê duhê li seranserê parezgehê rêya 79 gundan asê bûbû û heta niha 78 jê hatine vekirin.

Ekîban li ser rêya gundikê Aktoprakê yê ser bi gundê Armutduzuya Yuksekovayê ji ber rîska aşîtê nekarîn xebata xwe bidomînin.

Ji bo vekirina rêya gundikê navborî dê dimeke kurt da xebat bên destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın