Mesut Varol
18 Tebax 2023•Rojanekirin: 19 Tebax 2023
Li Wanê ekîbên şaredariyê her roj xwarina germ dişînin malên 3 hezar û 300 kesên xwedanpêwîstî.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin xebatên ji bo alîkariya kesên xwedanpêwîstî berdewam in.
Bi fermana Walî û Wekîlê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Ozan Balci, ekîbên belediyê giraniyê didin xebatên xizmeta civakî û piştevaniya kesên xwedanpêwîstî û bêkes dikin.
Li xwarinxaneya ser Caddeya Îpekyoluyê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, rojane ji bo 3 hezar û 300 kesî, 3 cure xwarin tên amadekirin.
Xwarinên ku ji aliyê 30 xebatkarên xwarinxaneyê ve tên amadekirin, ji bo navnîşanên diyarkirî tên şandin.