Necmettin Karaca
16 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2024
Li Ercîşa navçeya Wanê di şerê navbera 2 malbatên ku dijminatiya hev dikin da 15 kes birîndar bûn.
Li Taxa Çelebîbagê niqaşa di navbera endamên malbata Eser û Gulsari yên ku dijminatiya hev dikin da mezin bû û veguherî şer.
Li ser agahdarkirinê cendirme, polês û ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di şerê ku kevir, dar û kêr hatin bikaranîn da ji du malbatan 15 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên linErcîş û Muradiyeyê.
Bi serkêşiya qaymeqamtiyê ekîbên cendirme û ewlehiyê li taxê û nexweşxaneyan tevdîrên ewlehiyê dîtin.