Hakan Sarı
19 Nîsan 2023•Rojanekirin: 20 Nîsan 2023
Li Wanê 3 çiyager derketin serê Çiyayê Mengeneyê ya raqima wê 3 hezar û 500 e û li navçeya Başqeleyê ye.
Çiyager Cuneyt Nas, Sedat Karacan û Fatîh Cîngo li Taxa Yolmaçayirê hatin cem hev û di nav 12 saetan da derketin serê çiyê.
Hersê çiyager demekî li serê çiyê man, dîmen û wêne kişandin û paşê vegeriyan navenda navçeyê.
Ji çiyageran Cuneyt Nas daxûyanî da rojnamegeran û got ku di dema hilkişînê da hindik ma di bin aşîtê da bimînin.
Çiyager Sedat Karacan jî diyar kir ku dîmenên ji serê Çiyayê mengeneyê xuya dike gelek xweş e.