Li Wanê bi tesîsên ku li ser rewrewa çem hatine avakirin, rêgiriya rîska lehiyê tê kirin
Van
Li Wanê Rêveberiya Herêma 17emîn ya Karûbarên Avê ya Dewletê (DSI), xebatên xwe yên parastina ji rîska lehiyê û îsleha çem didomîne.
Ekîbên Rêveberiya Herêma 17emîn a DSIyê, xebatên xwe yên rêgiriya li rîska lehiyê û çêkirina qadên ewle, didomînin.
Di vê çarçoveyê da, li 10 wargehên nêzîkî qeraxên çeman li bajêr, ku demsala zivistanê lê dijwar e, tesîsên parastina ji lehiyê hatin çêkirin.
Di seranserê havînê da, ekîbên DSIyê di çemên ku îsleha wan dike da, li ber çeman dîwarên kevirî û ji betonê lê dikin. Ekîb bi vî hawî rêgiriya lehiyan dikin û dikin ku av bi hê teserruftir bên xerckirin.
Rêveberê Herêma 17emîn a DSIyê Cihan Aksoy anî ziman ku ew ji bo kêmkirina metirsiya lehiyê li navenda bajêr û 13 navçeyan xebatan diajon.
Aksoy diyar kir ku wan heta niha bi derfetên DSIyê li 10 cihên niştecihiyê tesîsên parastina ji lehiyê çêkirine û got, "Ji bilî paqijkirina bi mîlyonan metrekubî çem û qenalên yên hemî taxên me, em tesîsên parastina ji lehiyê jî çêdikin. Heta niha, me li 10 cihên niştecihiyê karê xwe temam kiriye. Li hin deveran, me 3 makîne, 2 kamyon û 2 makîneyên şikêner bi kar anîne, li hin deveran jî me bi zêdetirî ji 15 makîneyên kar, xebat ajotin. Armanca van hewldanan ew e ku metirsiya lehiyê kêm bikin. Bi vî rengî, metirsî dê ji holê rabe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
