Li Wanê berfê rêya 17 cî û waran girt
Van
Li Wanê berf ket û rêya 17 cî û waran hat girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat dayîn, berfê li deverên gundewar rêyên 17 niştewaran girtin.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Ekîbên Midûriya Herêma 11emîn a Rêbejan jî li Dirba Kurubaşê ya li ser rêya Van-Hekariyê piştî ketina berfeke zêde xebitîn û berf avêtin.
Li navçeya Edremîtê jî barana gur a ku bi şev barî, bi ketina germa hewayê ra vegerande berfê.
Li navçeyê baniyên xaniyên yek qatî, ser wesayîtan û dar û ber di binê berfê da man.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
