Necmettin Karaca
01 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2024
Li Ercîşa navçeya Wanê siruşthezan li Dola Delîçayê meş li dar xist.
Çalakvanên Gola Wanê û komeleyên Hunera Fotografê bi piştevaniya qaymeqamtiyê çalakiyeke meşê li dar xist. Di çalakiyê da tevî yên ku ji parêzgehên derdorê hatin, 200 siruşthez li texma Deniz Feneriyê ya taxa Sahîlkent li hev civiyan.
Siruşthezên ku di nava wan da Qaymeqam Murat Karaloglu, Serdozgerê Komarî Murat Ozcoşar, Serokê Komîsyona Edaletê Musab Kurt, Fermandarê 108emîn Alaya Topavêj Albay Zafer Akkaş û Rêveberê Ewlekariya Navçeyê Suleyman Trak jî hebû, bi wesayitan çûn taxa Ergucuyê ya ku bi qasî 30 kîlometroyan dûrî navenda navçeyê ye.
Beşdarên ku alayên Tirkiyeyê hilgirtibûn di parkûra bi qasî 12 kîlometroyan di nava siruştê da meşiyan.
Siruşthez li şikeft û şelaleyên li ser rewta xwe geriyan, govend gerandin û bi hev ra xwarin xwarin.