Jiyan

Li Wan û Mûşê ji ber berfê rêya 68 cî û waran girtî ye

Orhan Sağlam, Sabri Yıldırım, Mesut Kazak, Hikmet Temeş  | 07.02.2026 - Rojanekırın : 08.02.2026
Li Wan û Mûşê ji ber berfê rêya 68 cî û waran girtî ye Sabri Yıldırım

Van

 Li Wan û Mûşê ji ber berf û bagerê rêya 68 cî û waran girtî ye.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê, ji ber berf û bagerê, rêya 5 wargehên li seranserê bajêr hatine girtin.

Tîmên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

- Mûş

Ji ber berfa zêde ya şevê berê barî li 63 gundên bajêr rê girtî ne.

Tîmên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

- Hekarî

Li bajêr serê sibehê berf barî û mij çêbû.

Li navçeya Derecikê ji ber mijê şofêran nekarî bi rehetî pêşiya xwe bibînin.

Dîmenên mijê bi dronê hatin kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın