Mesut Kazak,Bahar Tanrıtanır
06 Sibat 2026•Rojanekirin: 07 Sibat 2026
Li Wan û Hekariya rêya 11 cî û waran ji ber berf û bagerê girtî ne.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê ji ber berf û bagerê rêya 9 wargehên li seranserê bajêr hatine gitin.
Tîmên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.
Li navçeyên Gever (Yuksekova) û Derecikê yên Hekariyê mij çêbû.
Ji ber mijê şofêran nekarîn pêşiya xwe bibînin.
Li Hekariyê rêya gundek û mezreyekê ji ber berfê girtî ye.
Tîmên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.