Li Wan û bajarên derdorê berfê rêyên 320 cî û waran girtin
Van
Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê berf û bagerê rêya 320 cî û wara girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê rêya 9 tax û 6 mezreyan girt.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Li navçeya Erdîşê hin qeraxên Gola Wanê, li cihê ku çem û robar diherikin golê, di sir û sermayê da cemed girtin.
- Hekarî
Berfa ku li bajêr ket, di çûyîn û hatinê da bû sedema tengasiyê.
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, li tevahiya bajêr berf û bagerê rêyên 220 cî û waran girtin.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
- Bidlîs
Li bajêr berfê rêya 34 cî û waran girt.
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ku bişev berf ket û rêya 34 gundan hat girtin.
- Mûş
Li tevahiya bajêr berfê rêya 51 cî û waran girt.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Welatiyan berfa ser wesayîtên xwe paqij kir.
Li bajêr hewa sar e û bi baniyên avahiyan va şembelûk daliqiyan, daran qiravî girt.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
