Jiyan

Li Wan xebatên ji bo maliştina berfê û vekirina rêyan berdewam in

Yılmaz Kazandioğlu  | 27.01.2026 - Rojanekırın : 27.01.2026
Li Wan xebatên ji bo maliştina berfê û vekirina rêyan berdewam in

Van

 Li Wan xebatên ji bo maliştina berfê û vekirina rêyan berdewam in.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê nêzî temamê rêyên taxan ên ku ji ber berfa zêde hatibûn girtin vekir û xebatên xwe yên li ser rêyên 2 taxên gundewar û 4 gundikan didomîne.

Li gorî daxuyaniya ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, hewldanên maliştina berfê li seranserê bajêr ji bo misogerkirina veguhastina bênavber berdewam in.

Bi beşdarbûna 600 karmendên şaredariyê û 257 alavên giran, hewl tê dayîn ku rêyên di herêma berpirsiyariya wan da vekirî bimînin.

Di encama van hewldanan da ekîban ji 696 rêyên taxên gundewar 694 ji bo trafîkê vekirine û xebatên xwe ji bo vekirina rêyên 2 tax û 4 gundikên ku tê da xetera berfê heye, didomînin.

Her wiha ekîb berfê ji cadeyên sereke, kolan û rêyên peyatî yên navenda bajêr dimalin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın