Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê rêyên 307 cî û waran girtî ne
Van
Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê berf û bagerê rêyên 307 cî û waran girt.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li bajêr rêyên 143 cî û waran hat girtin, li navçeya Çaldêranê ji ber rewşa hewayê dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
Li Mûşê ji ber berf û bagerê rêya 44 gundan hat girtin. Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir, ji bo welatî mexdûr nebin, ekîb li qadê dixebitin.
Li Hekariyê berfê rêya 20 gund û 38 mezreyan girt. Welatiyan berfa pêşiya xanî û kargehên xwe avêt, ekîb jî ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Li Bidlîsê duh piştî ketina berfê rêya 62 gundan hat girtin. Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan ragihand, ji bo vekirina rêyan xebat dewam dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
