Jiyan

Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê rêya 167 cî û waran girtiye

Sedat Gümüş, Sayim Harmancı, İbrahim Yaldız, Şener Toktaş  | 16.01.2026 - Rojanekırın : 16.01.2026
Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê rêya 167 cî û waran girtiye

Van

 Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê ji ber şert û mercûn hewayê rêya 167 cî û waran hat girtin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji ber berf û pûkê li tevahiya bajêr rêya 133 cî û waran hat girtin.

Ekîbên têkoşîna dijî berfê bi 230 makîneyên kar ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

- Hekarî

Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a Bajêr hatin hildan ji ber şert û mercên hewaya nebaş li tevahiya bajêr rêya 3 gund û mezrayekê hat girtin.

Ekîbên têkoşîna dijî berfê ji bo vekirin rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

Şeftiya Şaxa 114emîn a Rêbejan jî li rêya Hekarî-Çukurcayê li cihên ku şepe lê ket xebatên firehkirina rê didomînin.

- Mûş û Bidlîs

Li Mûşê li tevahiya bajêr piştî barîna berfê rêya 12 gundan hat girtin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur got ku li rêya 56 cî û waran ji ber berfê hatine girtin.

Yentur got ku ekîb li sehayê bi şev û roj dixebitin û da zanîn ku dê di demeke kurt da rêyên girtî vekin.

Li Bidlîsê jî ji ber berf û pûkê rêya 18 cî û waran girtî ye. Xebatên ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın