Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê rêyên 417 cî û waran girtî ne
Van
Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê berf û bagerê rêyên 417 cî û waran girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê li tevahiya bajêr rêyên 198 cî û waran girtin, ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Piştî ketina berfê li bajêr tengasî hat kişandin.
Di sir û seqemê da rûyê Bendava Zernekê cemed girt, li navçeya Başkale jî dar û beran qiravî girt.
- Mûş
Li bajêr berf û bagerê rêya 92 gundên çiyayî girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan xebat dan destpêkirin.
- Hekarî
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, li tevahiya bajêr ji 229 rêyên ku berf û bagerê duh girtibûn, rêyên 178 cî û waran hatin vekirin.
Ekîb ji bo vekirina rêyan 51 cî û waran dixebitin.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ku berf û bagerê li navenda bajêr û navçeyan rêya 76 gundan girt, ji bo vekirina rêyan ekîb di rêyên gundan da dixebitin.
Welatiyan jî berfa ser wesayîtên xwe û berfa pêşiya xanî û kargehên xwe avêt.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
