Li Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê rêya 1339 tax û gundan ji ber berfê hat girtin
Van Li Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê rêya 1339 tax û gundan ji ber berfê hatin girtin.

Van
Van Li Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê rêya 1339 tax û gundan ji ber berfê hatin girtin.
Li Wanê berfa ku serê sibê barî kuçe û kolanan bi rengê spî nixûman.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn berf û bagerê li Miksê rêya 70 taxan, li Çatakê rêya 126 taxan, li Başkaleyê rêya 13 taxan, Li Çaldiranê rêya 94 taxan, li Erdîşê rêya 2 taxan, li Gurpinarê rêya 38 taxan û li Muradiyeyê rêya 60 taxan girt.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêya 403 taxan dixebitin.
Şaredariyên navçeyan jî berfa rê û peyarêyan davêjin û xoyê direşînin.
- Mûş
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir ku berfê rêya 352 gundan girt
Yentur got ji bo ku welatî mexdûr nebin ekîb rêyan vedikin.
Berfa ku duh bişev barî tesîr li ser jiyanê kir.
Welatiyan berfa li ber mal û kargehên xwe avêtin, ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Ekîbên şaredariyê jî berfa kuçe û kolanan avêt û xoy reşandin.
- Hekarî
Li Hekariyê sê roj in berf dibare û jiyan ket tengasiyê.
Li gor agahiya ku ji Walîtiyê hat hildan, berf û bagerê li tevahiya bajêr rêya 95 gund û 199 mezreyan girt.
Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina van rêyan dixebitin.
Ekîbên şaredariyê jî berfa kolanên nav bajêr davêjin û xoyê direşînin.
Li navenda bajêr qalindahiya berfê gihîşt 30 santêman, bagera ku car caran çêdibe ji bo şofêran dibe tengasî.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Bilîsê Umît Kurtkan daxuyand ku berfê rêya 290 gundan girt.
Kurtkan daxuyand, ji bo vekirina rêyan ekîb dixebitin.
Ji ber berfê şofêr zehmetiyê dikşînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.