Jiyan

Li Wan, Hekarî û Bidlîsê rêyên 50 tax û gundan ji ber berfê hatin girtin

Orhan Sağlam, Şener Toktaş, Sayim Harmancı, Sıraç Karadeniz, Sedat Gümüş  | 07.01.2026 - Rojanekırın : 07.01.2026
Li Wan, Hekarî û Bidlîsê rêyên 50 tax û gundan ji ber berfê hatin girtin

Van

 Li Wan, Hekarî û Bidlîsê rêyên 50 tax û gundan ji ber berfê hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, berf û bagerê rêyên 22 cî û waran girt.

Ekîbên ku berfê paqij dikin ji bo vekirina rêyan dixebitin

- Bidlîs

Li Bidlîsê piştî berf û bagerê rêyên 26 gundan ji hatin û çûyînê ra hatin girtin.

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhastinê yê Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ku li bajêr berf dem demî dibare.

Kurtkan daxuyand berf û bagerê rêyên 26 gunda girtiye, ji bo ku welatî astengiyê nekşînin ew ê di demeke kin da rêyan vekin.

- Hekarî

Li gorî agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan ji 4 rêyên ku berfê girtîbûn, jê 2 hatin vekirin.

Ekîb ji bo 2 rêyên ku mane jî vekin dixebitin, li ser hin rêyan jî xebatên firehkirina rê didomînin.

Li navçeya Şemdînliyê jî li navenda çarşiyê û li ser rêyên gundan xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın