Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê rêyên 343 tax û gundan ji ber berfê hatin girtin
Van
Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê rêyên 343 tax û gundan ji ber berf û bagerê hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li bajêr rêyên 156 tax û gundan ji ber berf û bagerê hatin girtin.
Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin, Temîrkirin û Kontrolkirina Rêyan ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.
Ekîbên agirkujê jî şembelûkên nêzîkî mêtroyekê dirêj yên li ser derî û banê dibistanan şikandin ku ew ji bo xwendekar û mamosteyan nebin talûke.
Li navçeya Erdîşê ya ku li hin deveran qalindahiya berfê gihîşt mêtroyekê, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo ku di hatin û çûyînê da astengî çênebe, li ser rêyên sereke, kuçe û rêyên taxên gundan paqijkirina berfê didomînin.
Berfa ku ji hêla makîneyên kar va hat berhevkirin, li kamyonan hat barkirin û ji bajêr hat derxistin.
- Hekarî
Li Hekariya ku li deverên bilind qalindahiya berfê gihîşt 2 mêtroyan, welatî paqijkirina berfê ya li ser banên mal û kargehên xwe didomînin.
Li bajarê ku xanî û tewleyên yekqatî bi berfê nixumîn, ekîbên şaredariyê û rêbejayê jî ji bo paqijkirina berfê dixebitin.
Li gorî agahiya Îdareya Taybet a Bajêr ji ber berfa zêde ya pêr, rêyên 172 gund û mezrayan hatin girtin.
Ekîban ji van rêyan jê 83 vekirin û ji bo vekirina 89 rêyên mayî jî xebatên xwe didomînin.
Li navçeya Derecîkê jî ji ber berfa zêde, li ser banên xanîyan berf kom bû.
- Bidlîs
Li navenda bajêr û navçeyan ji ber berfa zêde û bagerê rêyên 87 gundan hatin girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.
- Mûş
Li Mûşê jî piştî berfa ku zêde barî ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo ku rêyên gundan vekirî bimînin, dixebitin.
Li bajêr rêyên 368 gundan ji ber berfê hatin girtin, ji van 357 hatin vekirin û ji bo vekirina 11 rêyan jî xebat dewam dikin.
Rûyê Çemê Reş û ku ji Deşta Mûşê ra derbas dibe jî, ji ber sir û seqemê qeşa girt.
Li ser banê xaniyan şembelûkên ku bi mêtroyan dirêj in çêbûn, dar û beran qiravî girt û paceyên mal, kargeh û wesayîtan jî qeşa kişand.
Welatiyan betanî û pîne avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.
Ekîbên Şaredariya Mûşê berfa li navenda bajêr bi kamyonan birin dervayî bajêr.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
