Li Wan, Hekarî, Bedlîs û Mûşê rêya 423 gund û gundwaran ji berfê girtî ne
Hakkari
Li Wan, Hekarî, Bedlîs û Mûşê rêya 423 gund û gundwaran ji berfê girtî ne.
Li gorî daxuyaniya ji Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê hat dayîn, rêyên 206 wargehan ji ber berfê hatine girtin.
Li navçeya Erdîşê, niştecih bi berfê şiyar bûn û berfa ku li ber mal û kargehên wan kom bûbû paqij kirin, tîmên şaredariyê jî li ser rêyên peya û kolanan dest bi xebata paqijkirina berfê kirin.
- Hekarî
Berfa ku di saetên serê sibehê da li navenda bajêr dest pê kir, bi navber berdewam dike.
Li gorî agahiyên ji Îdareya Taybet ya Parêzgehê hatine wergirtin, rêyên 2 gund û 10 mezrayan li seranserê bajêr ji ber berfê ji trafîkê ra hatine girtin.
Tîmên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî dest bi xebatê kirine.
Berf bandorek neyînî li ser jiyana navçeya Geverê (Yuksekova) jî dike.
Li navçeyê, ku ji ber berfê spî bûye, welatiyan berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kirin.
- Bedlîs û Mûş
Ji ber berfa zêde ya li navenda bajarê Bedlîsê û navçeyên wê, niha çûnûhatina 180 gundan ne gengaz e.
Li Hîzanê, hewaya sar ya ku bi rojan e bandorê li herêmê dike, di şevê da şûna xwe da berfê.
Ji ber berfa zêde ya şevê din li navçeya Varto ya Mûşê, niha çûnûhatina 25 gundan ne gengaz e.
Tîmên Îdareya Taybet ya Parêzgehê ji bo vekirina rêyên girtî dest bi xebatê kirine.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
