Jiyan

Li Wan, Bidlîs û Hekariyê rêya 103 cih û waran girtî ye

Yılmaz Kazandioğlu, Sayim Harmancı, Zafer Tayfur, Şener Toktaş  | 23.03.2026 - Rojanekırın : 23.03.2026
Li Wan, Bidlîs û Hekariyê rêya 103 cih û waran girtî ye Hakkari İl Özel İdaresi

Van

Li Wan, Bidlîs û Hekariyê ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 103 cih û waran girtî ye.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber berf û bagerê li bajêr rêya 9 tax û 11 mezrayan hat girtin.

Ekîbên berfê xebatên xwe yên vekirina 20 rêyên girtî didomînin.

Li navçeya Başkaleyê jî piştî barîna berfê, ekîbên şaredariyê berfa li ser kuçe û kolanan paqij kir.

- Hekarî

Li bajêr berfa ku du roj e bi navber dibare û her wiha mijê tesîreke neyînî li jiyanê kirin.

Li gorî agahiya ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, li bajêr ji ber berf û bagerê rêya 82 tax û mezrayan hat girtin.

Ekîbên berfê xebatên xwe didomînin ku rêyên girtî vekin.

Her wiha welatiyan jî tevî ser wesayîtan, berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kir.

- Bidlîs

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkan diyar kir ku ji ber berfê rêya gundekî hat girtin.

Kurtkan bal kişand ku ji bo vekirina rêya gundê navborî, wan xebat da destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın