Jiyan

Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê rêyên 1030 cî û waran girtî ne

Orhan Sağlam, Nevzat Umut Uzel, İbrahim Yaldız, Sayim Harmancı, Şener Toktaş, İsmail İlhan  | 20.01.2026 - Rojanekırın : 20.01.2026
Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê rêyên 1030 cî û waran girtî ne Sabri Yıldırım

Van

Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê berf û bagerê rêyên 1030 cî û waran girtin.

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê li tevahiya bajêr rêyên 287 cî û waran girtin, ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.

- Mûş

Li Mûşê du roj in li ser hev berf dikeve û berfê bajêr spî kir.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir ku bi ketina berfê ra rêya 303 gundan hat girtin, ji bo ku gundî mexdûr nebin ew ê di demeke herî kin da rêyan vekin.

- Hekarî

Berfa ku li Hekariyê ket, di çûyîn û hatinê da tengasî da kişandin.

Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, berf û bagerê li tevahiya bajêr rêya 229 cî û waran girt. Ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.

- Bidlîs

Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ku berf û bagerê li navenda bajêr û navçeyan rêya 211 gundan girt, ji bo vekirina rêyan ekîb şev û roj di rêyên gundan da dixebitin.

Ekîbên Şaredarî û Rêbejan jî berfê paqij dikin û xoyê direşînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.